Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevlî behiya Pêşmergeyên şehîdbûyî bû

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 25ê Adara 2026ê) li Soranê tevlî behiya wan her şeş ​​Pêşmergeyan bû, ên ku duhî di êrîşeke Îranê ya bi mûşekên balîstîk de şehîd bûn.

 
 
 

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî jî (Sêşem, 24ê Adara 2026ê) di derheqa vê bûyerê de peyamek weşandibû û tê de ragihandibû, “Em êrîşa dijminane ya xedr û xiyanetê ya şeva borî ya li ser bingehên Pêşmergeyan şermezar dikin, ku di encamê de şeş Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmerge jî birîndar bûn”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyama xwe de herwesa gotibû, “Ez sersaxiyê ji malbatên serbilind ên şehîdan re dixwazim û daxwaza çarebûna birîndaran jî ji Xudayê mezin dikim”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez jî kiribû, “Em dê hemî rêkaran ji bo rûbirûbûna vê dijminkariya li ser Herêma Kurdistanê bi cih bînin”. Herwesa bang li hikûmeta federal û civaka navneteweyî jî kir ku, "sînorekî ji bo van êrîşên dijminane yên li ser Herêma Kurdistanê danin".

Bingeheke firqeya heftê ya piyade ya devera yekê û hêzeke firqeya pêncê ya piyade ya hêza Pêşmergeyan li qezaya Soranê li serê sibeha duhî (Sêşem, 24ê Adara 2026ê) di du êrîşên cuda de ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi şeş mûşekên balîstîk hatin armanckirin, û di encamê de şeş Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.