Almanya û Brîtanya sersaxiyê ji Wezareta Pêşmerge re dixwazin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Almanyayê û Hikûmeta Brîtanyayê ji ber şehîdbûna şeş Pêşmergeyan sersaxî ji Wezareta Pêşmerge re xwest û hevxemiya xwe jê re diyar kir.

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 25ê Adara 2026ê) di daxuyaniyekê de ragihand ku, Hikûmeta Almanyayê û Hikûmeta Brîtanyayê di du nameyên cuda de sersaxî ji wê re xwestiye.

Li gorî wê daxuyaniyê, Hikûmeta Almanyayê û Hikûmeta Brîtanyayê ji ber şehîdbûna şeş Pêşmergeyan sersaxî ji Wezareta Pêşmerge re xwestiye û hevxemiya xwe jê re diyar kiriye.

Her du welatan tevî diyarkirina xemgîniya xwe rêz li qurbanîdanên hêzên Pêşmergeyan jî girt û xwe wekî hevparê xema gelê Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge dît û sersaxî ji binemal û xizmên şehîdan re xwest.

Ev jî di demekê de ye ku, bingeheke firqeya heftê ya piyade ya devera yekê û hêzeke firqeya pêncê ya piyade ya hêza Pêşmergeyan li qezaya Soranê li serê sibeha duhî (Sêşem, 24ê Adara 2026ê) di du êrîşên cuda de ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi şeş mûşekên balîstîk hatin armanckirin, û di encamê de şeş Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.