Hêmin Hewramî: Me rê nedaye ji Herêma Kurdistanê êrîşî Îranê bê kirin

Hêmin Hewramî
Hêmin Hewramî

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Rêxistinê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrîşên Komara Îslamî ya Îranê li ser Herêma Kurdistanê wekî xedir û xiyanet wesf kirin û tekez kir ku, Herêma Kurdistanê ne aliyekî vî şerî ye û tu hincet ji bo van êrîşan nînin.

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî îro (Çarşem, 25ê Adara 2026ê) tevlî behiya şehîdên Pêşmergeyan bû di wê çarçoveyê de ji Kurdistan24ê re daxuyaniyek da.

Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê ji K24ê re ragihand, “Ew êrîşa ku ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve li ser Herêma Kurdistanê hatiye kirin xedir xiyaneteke yekcar mezin e li dijî gelê Kurdistanê, malbatên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman.”

Hêmin Hewramî herwesa got, “Herêma Kurdistanê her ji destpêka serhildana vî şerî ve bêalîbûna xwe ragihandiye û bi tu rengan ne parek ji wî şerî ye.” Eşkere jî kir, “Me qet destûr nedaye ji Herêma Kurdistanê êrîşî Îranê bê kirin û me tu sedem jî çê nekirine ku êrîşî Herêma Kurdistanê bê kirin, ji ber vê yekê ev êrîş bi tevahî li derveyî bingehên cîrantiya baş in.”

Navbirî tekez kir ku, ew li bendê ne ku Komara Îslamî ya Îranê bersiv û ronkirinekê bide, da ku bê zanîn ka sedema van xeletî û êrîşên nerewa çi ye. Herwesa ragihand, "Xwîna şehîdên me di hemî dîrokê de bi neheqî hatiye rijandin û qet bê encam jî nebûye; xwîna van şehîdan jî dê bibe sedema zêdetir serbilindî û rûmeta gelê Kurdistanê.” 

Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê li dawiyê jî sersaxî ji Serok Barzanî û malbatên şehîdan re xwest û tekez kir ku, ew dê ji bo parastina ax û kerameta Kurdistanê li ser rêya şehîdan berdewam bin.

Ev jî di demekê de ye ku, bingeheke firqeya heftê ya piyade ya devera yekê û hêzeke firqeya pêncê ya piyade ya hêza Pêşmergeyan li qezaya Soranê li serê sibeha duhî (Sêşem, 24ê Adara 2026ê) di du êrîşên cuda de ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi şeş mûşekên balîstîk hatin armanckirin, û di encamê de şeş Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.