Îmarat êrîşa Îranê ya li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Îmarat êrîşên bi mûşekan ên Îranê yên li ser bingehên hêza Pêşergeyên Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kirin û ragihand, “Ev kar binpêkirineke eşkere ya qanûnên navdewletî ye.”
Wezareta Derve ya Îmaratê îro (Çarşem, 25ê Adara 2026ê) di daxuyaniyeke fermî de êrîşên stemkarane yên li ser du bingehên leşkerî li Herêma Kurdistanê şermezar kirin got, “Di van êrîşan de bi dehan kes ji hêzên Pêşmergeyan şehîd û birîndar bûn.”
Wezareta navbirî herwesa ragihandiye, “Ev destdirêjî pêşkeftineke xeter e û wekî bizaveke têkderane li dijî bingehên qanûnên navneteweyî tên hesibandin.”
Îmaratê careke din bi tevahî dilsoziya xwe ji Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re diyar kir û piştgiriya xwe ji bo her pêngavekê tekez kir, ku bibe sedema parastina ewlehî, silametiya welatiyan û tenahiya deverê.
Wezareta Derve ya Îmaratê di dawiya daxuyaniya xwe de ji dil û can sersaxî ji malbatên şehîdan, gelê Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re xwest û ji hemî birîndarên vê êrîşê re jî çarebûneke bilez xwest.
Ev jî di demekê de ye ku, bingeheke firqeya heftê ya piyade ya devera yekê û hêzeke firqeya pêncê ya piyade ya hêza Pêşmergeyan li qezaya Soranê li serê sibeha duhî (Sêşem, 24ê Adara 2026ê) di du êrîşên cuda de ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi şeş mûşekên balîstîk hatin armanckirin, û di encamê de şeş Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.