Brîtanya û Tirkiyeyê peymaneke leşkerî ya mezin îmze kir

John Healy û Yaşar Guler
John Healy û Yaşar Guler

Navenda Nûçeyan (K24) - Brîtanya û Tirkiyeyê peymaneke leşkerî ya nû bi bihayê milyaran pawendan, ku girêdayî perwerdehiyê û piştgiriya teknîkî ye, îmze kir.

Brîtanya û Tirkiyeyê îro (Çarşem, 25ê Adara 2026ê) peymaneke leşkerî ya nû bi bihayê milyaran pawendan îmze kir. Ev peyman di çarçoveya peymana kirîna balafirên şer ên ji cûnê “Typhoon”ê de ye, ku par bi bihayê 8 milyar pawendan (nêzîkî 10.73 milyar dolaran) di navbera wan de hatibû îmzekirin.

Wezareta Berevaniyê ya Brîtanyayê di daxuyaniyekê de ragihand ku, peymana nû pêvajoya perwerdehiya balafirvan û tîmên bejayî yên Tirkiyeyê li Brîtanyayê vedigire. Ev pêngav ji bo Tirkiyeyê wekî haziriyekê ye da ku bikare karwanê yekê yê balafirên şer ên “Typhoon”ê, ku li Brîtanyayê hatine çêkirin, werbigire û bi kar bîne.

Li gorî nûçeyeke ajansa Reutersê, gelek şîrketên pêşeng ên warê pîşesaziya berevaniyê yên wekî BAE Systems, Leonardo UK, MBDA, Rolls-Royce û Martin-Bakerê dê tevlî dabînkirina parçeyên yedek, pêdivîtiyan û alavên perwerdehiyê bibin.

Ev peyman li Londonê ji hêla Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê John Healy û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler ve hatiye îmzekirin. Hikûmeta Brîtanyayê herwesa ragihandiye ku, ev peyman dê nûnerîtiya qonaxa bê ya derbazbûna Tirkiyeyê ji bo nav bernameya “Eurofighter”ê bike, û dê bibe sedema xurtkirina şiyanên hêza asmanî ya NATOyê li devera baskê rojhilatê.