Tom Barrack sersaxî ji Mesrûr Barzanî re xwest

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê li Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê bi rêya telefonê pêşketinên dawiyê yên deverê nîqaş kirin, herwesa Nûnerê Serokê Amerîkayê li Sûriyeyê ji ber êrîşa vê dawiyê ya li ser hêzên Pêşmergeyan jî sersaxî ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re xwest.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de got ku, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê li Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê vê êvarê (Çarşem, 25ê Adara 2026ê) bi rêya telefonê peywendî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re kir.

Li gorî wê daxuyaniya hikûmetê, Tom Barrack di wê peywendiyê de, ji ber şehîdbûna şeş Pêşmergeyan di êrîşa mûşekî ya bi mûşekên balîstîk a Îranê deya li ser baregehênbingehên Pêşmergeyan li herêmadevera Soranê de, sersaxî ji SerokwezîrSerokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re xwest.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî ji aliyê xwe ve spasiya Tom Barrack kir, ji ber peywendî û hevxemiya wî. Di pareke din a wê peywendiyê de jî her du aliyan pêşketin û guhertinên dawiyê yên rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û deverê nîqaş kirin.

Herwesa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî her îro li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê di derheqa wê peywendiyê de nivîsiye, "Min spasiya Balyoz Tom Barrack kir, ku ji bo şehîdbûna şeş Pêşmergeyên qehreman sersaxî ji me re xwest û hevxemiya xwe ji me re diyar kir."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez jî kiriye, "Em hevpariya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê de di vê dema hestyar de bilind dinirxînin û em li bendê ne ku hevdîtinên me berdewam bin."

Ev jî di demekê de ye ku, bingeheke firqeya heftê ya piyade ya devera yekê û hêzeke firqeya pêncê ya piyade ya hêza Pêşmergeyan li qezaya Soranê li serê sibeha duhî (Sêşem, 24ê Adara 2026ê) di du êrîşên cuda de ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi şeş mûşekên balîstîk hatin armanckirin, û di encamê de şeş Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.