Şahê Urdinê sersaxî ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re xwest
Navenda Nûçeyan (K24) - Şahê Urdinê ji ber şehîdbûna şeş Pêşmergeyan û birîndarbûna hejmareke Pêşmergeyên din sersaxî ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re xwest.
Şahê Urdinê Şah Ebdilayê Duyê îro (Çarşem, 25ê Adara 2026ê) ji ber şehîdbûna şeş Pêşmergeyan û birîndarbûna hejmareke din a Pêşmergeyan di êrîşa bi mûşekan a Îranê de peyameke sersaxiyê ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re şand.
Peyama Şahê Urdinê:
Cenabê Mesrûr Barzanî Xudê biparêze
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê:
Silavên Xudê li we bin,
Min bi xemgîniyeke zêde nûçeya şehîdbûna hejmareke Pêşmergeyan (Xudê jê razî be) û birîndarbûna hejmareke din jî ji ber du êrîşên bi mûşekan ên Îranê bihîst. Ez bi navê xwe û gel û hikûmeta Şanişîna Urdinê ji ber vê karesatê ji dil sersaxiyê ji we re dixwazim û ji Xudayê mezin dixwazim ku, canê wan bi behiştê şa bike û sebir û hedarê bide malbat û gelê Herêma Kurdistana Iraqê yê bira û ez ji birîndaran re jî çarebûneke bilez dixwazim.
Îna lîlah we îna îleyhî racîon.
Birayên we:
Ebdilayê Duyê kurê Hisên
Şahê Şanişîna Urdinê
Eman