Li Deryaya Reş êrîş li ser keştiyeke petrolê ya Tirkiyeyê hat kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Keştiyeke petrolhelgir a Tirkiyeyê ku ji Rûsyayê dihat, li nêzîkî Tengava Stenbolê rastî êrîşeke dronî hat. Di encama êrîşê de zirar gihîşt beşên motor û rûyê derve yê keştiyê.
Televîzyona NTV ya Tirkiyeyê ragihand, keştiyeke petrolê ya bi navê "M/T Altura" îro 26ê Adarê li Deryaya Reş rastî êrîşeke dronî hatiye. Li gorî zanyariyan, keştî bi barkirina petrola xav ji Rûsyayê bi rê ketibû û ber bi benderên Tirkiyeyê ve dihat.
Heman çavkaniyê aşkere kir, bûyer li dûrbûna 15 mîlên deryayî ji Tengava Stenbolê (Bosfor) pêk hatiye. Hat diyarkirin, ji ber teqîna dronê, zirarên fîzîkî gihîştine rûyê derve yê keştiyê û herwiha odeya motorên keştiyê jî zirar ditiye. Heta niha derbarê windahiyên canî de agahiyeke fermî nehatiye belavkirin.
Piştî destpêkirina şerê navbera Rûsya û Ukraynayê, Deryaya Reş wek qadeke xeternak a leşkerî tê dîtin. Di van salên dawî de gelek caran keştiyên bazirganî û petrolhelgir di vê deryayê de bûne armanca êrîşan. Tirkiye ku wek yek ji kiryarên sereke yên petrola Rûsyayê tê naskirin, rojane gelek keştiyên wê di vê rêyê re derbas dibin.
Tengava Stenbolê (Bosfor) rêyeke stratejîk a cîhanî ye ku Deryaya Reş bi Deryaya Marmara û Deryaya Navîn ve girê dide. Ewlekariya vê tengavê ji bo bazirganiya gerdûnî û bazara enerjiyê xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Êrîşên bi vî rengî yên li ser keştiyên bazirganî, metirsiyeke mezin li ser hinardekirina petrolê û aramiya navçeyê çêdikin û dibin sedema astengiyan di liv û tevgera deryayî de.