Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê hişyariyê dida welatiyên xwe
Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê bang li hemû welatiyên xwe kir ku bi ti awayî neçin Iraqê û yên ku niha li wî welatî ne jî, di zûtirîn dem de jê derkevin.
Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê îro 26ê Adarê hişyariyeke ewlehiyê ya bilez ji bo welatiyên xwe weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ji ber zêdebûna gefên ewlehiyê û êrîşên komên milîs ên ser bi Îranê ve, mana welatiyên Amerîkî li Iraqê ketiye bin metirsiyeke mezin.
Balyozxaneyê aşkere kir, komên çekdar êrîşên xwe li seranserî Iraqê zêde kirine û navendên dîplomatîk, pargîdaniyên biyanî, binesaziya enerjiyê, firokehaneyên bazirganî û hotelên ku biyanî lê dimînin dikin armanc. Herwiha hat destnîşankirin, metirsiya revandina welatiyên Amerîkî jî di asteke bilind de ye.
Ji ber ku qada asmanî ya Iraqê hatiye girtin û geştên firokeyan ên bazirganî hatine rawestandin, Balyozxaneya Amerîkayê ji welatiyên xwe daxwaz kir ku bi rêya dergehên bejayî yên welatên cîran (Tirkiye, Urdin, Kuweyt û Erebistana Siûdî) ji Iraqê derkevin.
Her çend tîmên dîplomatîk ji bo karên lezgîn û alîkariya welatiyan li Iraqê bimînin jî, balyozxaneyê hişyarî da ku ji ber metirsiya berdewam a mûşek û dronan, kes serdana avahiya balyozxaneyê li Bexdayê neke. Herwiha hat gotin ku hemû xizmetguzariyên asayî yên mîna dayîna vîzeyê hatine rawestandin.
Balyozxaneyê di hişyariya xwe de ev daxwaz ji welatiyên xwe kirin:
- Demildest ji Iraqê derkevin.
- Ji her cure kombûn û xwepêşandanên girseyî dûr bikevin.
- Ji bo demeke diyarkirî xurek, av û dermanên pêwîst li cem xwe kom bikin.
- Bi temamî pabendî rênimayên ewlehiyê yên rayedarên navçeyê bin.