Leyla Zana sersaxî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedara Kurd Kurd Leyla Zana, ji ber şehîdbûna 6 Pêşmergeyan di êrîşa mûşekî ya Îranê de, peyameke hevxemî û sersaxiyê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re şand.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, parlamentera berê ya Tirkiyeyê û kesayetiya niştimanperwer a Kurd Leyla Zana, ji ber şehîdbûna 6 pêşmergeyan û birîndarbûna 30 pêşmergeyên din di êrîşa dawî ya Îranê de, îro 26ê Adarê peyameke sersaxiyê ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî re şandiye.
Leyla Zana di peyama xwe de wiha got: "Bi xem û kovaneke mezin me nûçeya şehîdbûna 6 Pêşmergeyên qehreman û birîndarbûna 30 Pêşmergeyên din bihîst. Ev ne tenê ji bo malbatên wan, lê ji bo hemû gelê me xemeke mezin e. Ez sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr pêşkêşî malbatên wan, cenabê we û hemû Pêşmergeyan dikim; ji bo birîndaran jî daxwaza başbûna lezgîn dikim. Bîranîna wan dê di dilê gelê me de her bijî û rêya wan dê berdewam be."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di bersiva peyamê de, spasiya Leyla Zana kir û ji bo hevxemiya wê spasiya xwe nîşan dan. Mesrûr Barzanî di peyama xwe de tekez kir û got: "Şehîdên me dê her tim di dilê gelê Kurdistanê de zindî bimînin. Rê û rêbaza wan dê berdewam be û serkeftin her bo gelê Kurdistanê ye."