Trump: Em ê qet helwesta NATOyê ji bîr nekin û me Îran jî wêran kiriye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, welatên endamên NATOyê di şerê li dijî Îranê de alîkar nebûne û destnîşan kir ku niha artêşa Îranê bi temamî hatiye têkbirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 26ê Adarê li ser hesabê xwe yê torê civakî "Truth Social" peyamek belav kir û bi tundî êrîşî helwesta Hevpeymaniya NATOyê kir û got: "Welatên endamên NATOyê di mijara rûbirûbûna bi 'neteweya dîn' a Îranê re qet nebûn alîkar. Di dema ku Îran niha ji aliyê leşkerî ve bi temamî wêran bûye."
Trump di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir, Amerîka di nav NATOyê de hewceyî ti tiştî nîne û hişyariyeke tund da ku divê ev xala dîrokî neyê jibîrkirin.
Ev ne cara yekem e ku Trump rexne li NATOyê digire; wî berê jî ev hevpeymanî wekî "kolaneke yekalî" binav kiribû, bi wê mebestê ku tenê Amerîka xizmeta NATOyê dike, lê NATO xizmeta berjewendiyên Amerîkayê nake.
Li gorî agahiyan, Trump beriya niha çend daxwazên taybet ji bo şerê Îranê ji NATOyê kiribûn ku di nav wan de, şandina keştiyên mîn-paqijker bo Tengava Hurmizê ji bo paqijkirina mînên Îranî û her wiha şandina hêzên komando ji bo lêdana wan hêzên Îranî yên ku li peravên deryayê dibûn sedema aloziyan hebûn.
Ev daxuyaniyên Trump di demekê de ne ku hewlên navdewletî ji bo rawestandina şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê zêde bûne. Tê çaverêkirin ku di çend rojên bê de li Pakistanê gereke nû ya danûstandinan di navbera Tehran û Washingtonê de dest pê bike.
Donald Trump heta sibeha Şemiyê 28ê Adarê êrîşên li ser binesaziya enerjiyê ya Îranê rawestandine. Armanc ji vê biryarê ew e ku derfetekê bidin danûstandinan, da ku bigihîjin peymaneke dawî û dawî li vî şerî bînin.