Misir û Pakistan û Tirkiye dibin navbeynkar

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrên derve yên Misir û Pakistanê eşkere kir ku, welatên wan bi alîkariya Tirkiyeyê roleke navbeynkariyê di aramkirina rewşa Rojhilata Navîn û veguhestina peyaman di navbera Amerîka û Îranê de dilîzin.

Wezîrê Derve yê Misirê Bedir Ebdilatî îro (Pêncşem, 26ê Adara 2026ê) di konferanseka rojnamevanî de ragihand, "Berdewamiya şer li deverê dê encamên siyasî, aborî û ewlehiyê yên pir xeter ji bo tevahiya cîhanê hebin."

Wezîrê Derve yê Misirê tekez jî kir, “Bizavên dîplomatîk ji bo rawestandina şerê li Îranê û aramkirina rewşa li Libnanê berdewam in.” Herwesa got, “Cîgira dîplomatîk dê ji bo hemiyan karesatbar be.”

Ji aliyekî din ve jî Wezîrê Derve yê Pakistanê Îshaq Dar hûrguliyên danûstandinên nerasterast eşkere kirin û ragihand ku, Amerîkayê projeyek bi rêya Pakistanê pêşkêşî aliyê Îranî kiriye, ku ji 15 xalan pêk tê.

Wezîrê Derve yê Pakistanê herwesa got ku, Tehran niha li ser wan 15 xalan lêkolînan dike û welatên wekî Tirkiye û Misrê jî piştgiriyê didin vê pêşengiyê ji bo rawestandina zêdebûna teverên leşkerî.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.