Dronek li Kerkûkê hat êxistin

Kerkûk
Kerkûk

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Berevaniyê ya Iraqê ragihand ku, hêzên artêşa Iraqê li asmanê parêzgeha Kerkûkê droneke nenas êxistiye. Tekez jî kir ku, tu zirarên canî û madî jê çê nebûne.

Wezareta Berevaniyê ya Iraqê îro (Pêncşem, 26ê Adara 2026ê) di daxuyaniyekê de got, "Droneke nenas li sînorê berpirsiyariya fewca sêyê ya Lîwaya 44ê ya Firqeya 11ê ya Piyade ya girêdayî Fermandariya Operasyonên Kerkûkê hatiye dîtin."

Di wê daxuyaniyê de herwesa hatiye gotin ku, yekîneyên artêşê bi rengekî bi lez û bez serederî bi wê rewşê re kiriye; wan kariye ku wê dronê li gundê Faxîreyê bixin erdê, bêyî ku tu zirar jê çê bidin.

Wezareta navbirî herwesa got ku, piştî êxistina wê dronê, hêzeke leşkerî bi serokatiya fermandarê fewcê û bi alîkariya tîmeke endezyariya meydanî gihîşt cihê wê bûyerê, da ku rêkarên teknîkî bi cih bînin û rewşê li gorî qanûnên  leşkerî çareser bikin.

Wê wezaretê tekez li ser amadebûna tevahiya hêzan ji bo rêgirtina li her gefeke ku ewlehiya deverê bike armanc jî kir û ragihand, "Bizavên bi vî rengî bandorê li ser bicihanîna erkên me nakin û em dê bi tundî rûbirûyî wan bibin."

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.