Îranê bersiva pêşniyara Amerîkayê da; çespandina serweriya Tengava Hurmizê şertê sereke ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Ajansa Tesnîmê ya nûçeyan ragihand ku, Îranê bersiva pêşniyara Amerîkayê - ku ji 15 xalan pêk tê - daye û çend şertên sereke jî hene.

Ajansa Tesnîmê ya nûçeyan îro (Pêncşem, 26ê Adara 2026ê) ji çavkamiyeke haydar ragihand ku, Îranê bi rêya navbeynkaran bersiva xwe ya fermî li ser 15 xalên pêşniyara Amerîkayê şandiye û niha li benda bersiva aliyê din e.

Li gorî wê çavkaniyê, Îranê di bersiva xwe de çend şertên sereke pêşkêş kirine, wekî:

1. Bidawîanîna destdirêjiyan û terorê ji aliyê dijmin ve.

2. Afirandina rewşeke rastîn ku garantî bike ku şer careke din dubare nebe.

3. Diyarkirina çarenivîsa qerebûkirina zirarên şer û garantîkirina dayîna wan.

4. Rawestandina şer li hemî eniyan û ji bo hemî komên "berevaniyê" yên ku li deverê tevlî vê pevçûnê bûne.

Çavkaniya jêgotî herwesa got ku, çespandina serweriya Îranê li ser Tengava Hurmizê mafeke xwezayî û qanûnî ya Komara Îranê ye û wekî garantiyek ji bo bicihanîna sozên aliyê din tê temaşekirin û divê îtîraf pê bê kirin.

Wê çavkaniyê tekez jî kir ku, ev şert ji wan daxwazan cuda ne yên ku pêştir di gera duyê ya danûstandinên Cinêvê de (çend rojan berî êrîşa Amerîka û Îsraîlê ya di meha Sibatê de) hatibûn pêşkêşkirin.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.