Witkoff: Îran daxwaza lihevkirineke bilez dike

Hegseth: Em pêşwaziya her lihevkirineke bi Îranê re dikin

Steve Witkoff û Pete Hegseth
Steve Witkoff û Pete Hegseth

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Şer ê Amerîkayê behsa serkeftina "Operasyona Hêrsbûna Dastanî" û lêdana zêdetir ji 10 hezar armancan di hundirê Îranê de dike. Nûnerê Trump ji bo Danûstandinên bi Îranê re jî eşkere dike ku, lihevguhertina peyaman bi Tehranê re erênî ye û Îran ji ber gefên Trump li pey lihevkirineke bilez digere.

Berpirsên payebilind ên rêveberiya Amerîkayê îro (Pêncşem, 26ê Adara 2026ê) pêşketinên dawiyê yên şer û dîplomasiya welatê xwe ya li dijî Îranê eşkere kirin.

Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand ku, tiştê ku diqewime "Operasyona Hêrsbûna Dastanî" ye, ku kampanyayeke yekalîker e ji bo tunekirina şiyanên leşkerî yên Îranê û ne şerekî bêdawî ye.

Pete Hegseth behsa wê yekê jî kir ku, her çend ku artêşa Îranê artêşeke serdem bû jî, lê di dîrokê de tu artêşek ewqas zû nehatiye şkandin.

Navbirî herwesa got, "Heta niha me zêdetir ji 10 hezar armancan di hundirê Îranê de hingaftine. Hêza deryayî ya wî welatî bi tevahî hatiye hilweşandin û tu fermandarekî deryayî jî nemaye."

Wezîrê Şer ê Amerîkayê bang li medyayê jî kir ku, tenê rastiyan belav bikin. Tekez jî kir ku, Trump ji bo garantîkirina paşeroja nifşên bê dixebite. Herwesa got, "Em her lihevkirineke bi Îranê re pêşwazî dikin."

Ji aliyekî din ve jî, Nûnerê Trump ji bo Danûstandinên bi Îranê re Steve Witkoff bizavên dîplomatîk eşkere kirin û ragihand ku, welatê Pakistanê rolê navbeynkariyê di navbera Waşinton û Tehranê de dilîze.

Steve Witkoff eşkere jî kir ku, lihevguhertinan peyaman bi Îranê re "erênî" bûye û Waşintonê planeke aştiyê ya 15 xalî pêşkêşî Tehranê kiriye.

Navbirî herwesa got, "Îran niha ji ber gefên Trump li pey lihevkirineke pir lezgîn digere. Ger Tehran bi lihevkirinê razî bibe, ev dê ji bo wan, deverê û tevahiya cîhanê destkeftiyeke mezin be."

Nûnerê Trump tekez jî kir ku, danûstandin di vê qonaxê de pir hestyar in, ji ber vê yekê ew dê nehênî bimînin û dê bi rêya medyayê nîqaş nekin.

Her du berpirsên Amerîkayî di dawiya daxuyaniyên xwe de hevnerîn bûn ku, rêveberiya Trump dê her lihevkirineke ku aştî û aramiyê vegerîne deverê pêşwazî bike, lê piştî piştrast bibe ku gefên leşkerî yên ku pêştir ji aliyê Îranê ve li ser berjewendiyên Amerîkayê û hevalbendên wê hebûn hatine şkandina.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.