Erdogan: Em li beranberî nexweşiyên rûbirûyî cîranên me dibin bêdeng namînin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê êrîşên li ser Îranê bi tundî şermezar kirin û ragihand ku, dever di serdema xwe ya herî biêş de derbaz dibe û "toreke qirkirinê" ku tijî kerb û kîn e bizavê dike ku Rojhilata Navîn tevlî karesateke mezin bike.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (Pêncşem, 26ê Adara 2026ê) di çarçoveyaq pêşkêşkirina gotarekê de got, "Şerê li dijî Îranê bêhna xwîn û barûtê li deverê belav kiriye, heta gihîştiye wê yekê ku zarokên bêguneh li nav dibistanên xwe dibin armanca mûşekan."
Erdogan tekez jî kir ku, Tirkiye di navbera birayên xwe û cîranên xwe de cudahiyê nake û li hember wan azarên ku rûbirûyî gelên deverê dibin bêdeng namîne.
Navbirî herwesa êrîşên li ser Îranê jî bi tundî şermezar kirin û ragihand ku, dever di serdema xwe ya herî biêş de derbaz dibe û "toreke qirkirinê" ku tijî kerb û kîn e bizavê dike ku Rojhilata Navîn tevlî karesateke mezin bike.
Serokkomarê Tirkiyeyê bi tundî rexne li siyaseta Benjamin Netanyahu kir û got, "Hikûmeta Netanyahu tenê bi armanckirina Îranê ranewestiyaye, belkî mijûlî bicihanîna planên xwe ji bo dagirkirina pêngav pêngav a axa Libnanê jî ye."
Erdogan tekez jî kir ku, gel û Hikûmeta Tirkiyeyê di demên tengaviyan de dost û birayên xwe bi tenê nahêlin û dê li ser piştgiriya gelên mezlûm berdewam bin.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.