Tom Barrack: Min pabendbûna Serok Trump bo Mesrûr Barzanî ragihand

Tom Barrack
Tom Barrack

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê ragihand ku, ew êrîşên li ser hêzên Pêşmergeyan hatine kirin bi tevahî bêbingeh in û rewatî nîne.

Nûnerê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê Tom Barrack îro (Pêncşem, 26ê Adara 2026ê) di derheqa êrîşên li ser hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û şehîdbûna şeş Pêşmergeyan de ragihand ku, ew êrîş bi tevahî bêbingeh in û rewatî nîne.

Tom Barrack herwesa got, "Di pêwendiya xwe ya li gel Serokwezîr Mesrûr Barzanî de, min pabendbûna Serok Trump ji bo alîkarîkirina Herêma Kurdistanê di dabînkirina tenahiyê ji wî re ragihand."

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.

Bingeheke firqeya heftê ya piyade ya devera yekê û hêzeke firqeya pêncê ya piyade ya hêza Pêşmergeyan li qezaya Soranê li serê sibeha duhî (Sêşem, 24ê Adara 2026ê) di du êrîşên cuda de ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi şeş mûşekên balîstîk hatin armanckirin, û di encamê de şeş Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.