Encûmena Alîkariyê ya Kendavê: Me qet nexwestiye Îran bê şkandin an jî lawazkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Alîkariyê ya Kendavê tekez kir ku, dîplomasî û diyaloga siyasî rêya "herî aqildarî û serketî" ye ji bo çareserkirina aloziyên deverê, herwesa daxwaz dike ku welatên Kendavê tevlî her pêvajoyeke aştiyê ya girêdayî paşeroja deverê bibe.

Sekreterê Giştî yê Encûmena Alîkariyê ya Kendavê Casim Bedîwî îro (Pêncşem, 26ê Adara 2026ê) di gotarekê de got, "Divê welatên Kendavê pareke sereke ya her danûstandin an jî lihevkirinekê bin, ku ji bo çareserkirina krîza niha bên kirin."

Casim Bedîwî hişyarî jî da ku, her pêşengiyek an jî bizaveke herêmî ku armanca wê guhertina nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn be piştî vê krîzê bi hemî awayan redkirî ye.

Navbirî herwesa got ku, welatên Kendavê qet nexwestiye ku Îran bê şkandin an jî lawazkirin, belkî armanca wan ew e ku bigihîjin têkiliyeke normal li ser bingeha rêzgirtina hevpar û destwernedana di karûbarên navxweyî de."

Sekreterê Giştî yê Encûmena Alîkariyê ya Kendavê tekez jî kir ku, welatên Kendavê qebûl nakin ku bibin qada çareserkirina hevrikiyan an jî bên armanckirin, herwesa hişyarî da ku lengkirina geştên deryayî dê bandoreke neyînî ya mezin li ser dabînkirina enerjiyê û aboriya cîhanê hebe.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.