Amerîka rêz û soasiyan pêşkêşî Herêma Kurdistanê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re axivî, hevxemiya welatê xwe ji bo şehîdbûna Pêşmergeyan anî ziman û êrîşên berdewam ên Îranê û milîsên wê bi tundî şermezar kirin, herwesa pesnê rola Herêma Kurdistanê di hêsankirina hinardekirina petrolê ji bo sûkên cîhanê de da.
Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott duhî (Pêncmşem, 26ê Adara 2026ê) di daxuyaniyekê de got ku, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bi rêya telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re axiviye.
Li gorî wê daxuyaniyê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê sersaxî ji malbatên wan Pêşmergeyan re xwestiye yên ku di êrîşa bi mûşekan a 24ê Adarê ya Îranê de canê xwe feda kir, herwesa ji birîndaran re jî çarebûneke bilez xwestiye.
Her di wê peywendiya telefonî de, Marco Rubio êrîşên berdewam ên Îranê û komên çekdar ên neqanûnî yên Iraqê, ku li ser welatiyên Amerîkayî û jêrxaneya enerjiyê li seranserê Iraqê tên kirin, bi tundî şermezar kirin.
Di wê daxuyaniyê de herwesa hatiye gotin ku, Wezîrê Derve yê Amerîkayê rêz û spasî pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirin, ji ber wan hêsankariyên ku pêşkêş kirine da ku petrola Iraqê, tevî petrola Herêma Kurdistanê jî, bigihîjin sûkên cîhanê.