Fuad Hisên: Îranê ji ber êrîşa li ser Pêşmergeyan lêborîn xwestiye
Fuad Hisên: Îranê soz daye ku wê bûyerê lêkolîn bike
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Iraqê û Balyozê Fransayê li Bexdayê civiyan û li ser encamên ewlehiyê yên êrîşên vê dawiyê yên li ser hêzên Pêşmergeyan û artêşa Iraqê axivîn.
Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku, Balyozê Fransayê li Iraqê Patrick Durel hevxemiya welatê xwe ji bo armanckirina hêzên Pêşmergeyan û serbazênên Iraqê di êrîşên çend rojên borî yên li ser parêzgehên Enbarê û Hebaniyeyê û Herêma Kurdistanê gihand Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên.
Di bersivê de, Fuad Hisên jî sersaxî ji Hikûmeta Fransayê re xwest ji ber ku serbazekî Fransayê jî ji aliyê "komên neqanûnî" ve li Herêma Kurdistanê hatibû armanckirin.
Wezîrê Derve yê Iraqê di derheqa rewşa ewlehiyê de jî got ku, rayedarên Îranê ji ber wê êrîşa li ser hêzên Pêşmergeyan lêborîn xwestiye û ragihandiye ku, "ew cihê ku hatiye armanckirin bingeha hêzên Pêşmergeyan nebû", herwesa Tehranê soz daye ku wê bûyerê lêkolîn bike.
Di dawiya wê hevdîtinê de jî, her du aliyan girîngiya bizavên dîplomatîk ji bo destpêkirina danûstandinan û bidawîanîna şer tekez kir, da ku ewlehî û tenahiya giştî li deverê bên parastin.