Mehmet Kaya bo Mesrûr Barzanî: Em şirîkê xema we ne

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Diyarbekir (K24) - Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê Mehmet Kaya peyameke sersaxiyê ji bo Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî şand û amaje kir ku ew bi xemgînî pê hesiyane ku 6 Pêşmergeyên qehreman di encama êrîşeke muşekî de şehîd bûne û 30 Pêşmerge jî birîndar bûne. Kaya di peyama xwe de amaje kir ku ew li dijî her gaveke têkdana aştiyê ne.

Ji aliyê Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê ve hat ragihandin ku, Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê Mehmet Kaya peyameke sersaxiyê ji bo Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî şandiye.

Kaya di wê peyamê de aniye zimên ku, wan bi xemgînî bihîst ku di 24ê Adarê de di encama êrîşeke muşekî de 6 Pêşmergeyên qehreman şehîd bûne û 30 pêşmerge jî birîndar bûne.

Kaya her di wê peyama xwe de dibêje ku, ew vê êrîşa ku li dijî aramî û seqamgiriyê hatiye kirin bi tundî şermezar dikin û li dijî her bizaveke têkdana aştiyê ne, û her wiha Kaya ji bo Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî dibêje “em piştgiriya hemî bizavên we yên parastina aştî û seqamgiriyê dikin û êşa we ji dil parve dikin.”

Mehmet Kaya di peyama xwe de tîne ziman, “Bi boneya vê rûdana xembar di şexsê we de ez ji bo hemî xelkê Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmergeyan sersaxiyê dixwazim, ji bo malbatên şehîdên qehreman sebir û metanetê dixwazim û ji bo birîndaran jî daxwaza şîfayê dikim. Em ji bo cîbicîkirina seqamgirî û ewlekariya herêmî piştevan in û ez careke din ji dil sersaxiyê dixwazim.”