Trump: Em bi Îranê re di nav danûstandinan de ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, Îran di bin zexteke bêwêne de ye û ji bo peymanekê lava dike. Trump her wiha gumanên xwe li ser çarenûsa kurê Rêberê Bilind ê Îranê, Mucteba Xameneyî anîn ziman.

Trump îro 28ê Adarê di çarçoveya beşdariya xwe ya li "Korbenda Pêşeroja Veberhênanê" de gotarek pêşkêş kir. Trump di gotara xwe de bal kişand ser rewşa navxweyî ya Îranê û got, ti kes naxwaze bibe serokê wî welatî, ji ber ku "tirs heye ku bêne kuştin."

Trump di derbarê kurê Elî Xameneyî, Mucteba Xameneyî de ku wekî cîgirê bavê xwe hatiye destnîşankirin, got: "Mucteba Xameneyî yan hatiye kuştin an jî bi giranî birîndar bûye; ji ber ku heta niha winda ye û kesî ew nedîtiye."

Serokê Amerîkayê aşkere kir, wan bi rêya leşkerî dawî li metirsiya atomî ya Tehranê aniye û got: "Sala borî di operasyona bi navê 'Çekûşê Nîvê Şevê' de, firokeyên me yên şer bingehên atomî yên Îranê jinav birin. Me Rojhilata Navîn ji wê gefê rizgar kir û em ê ti carî rê nedin Îran bibe xwediyê çekên atomî."

Trump ragihand, wan bi trîlyonan dolar ji bo artêşê xerc kirine û niha "artêşa herî bi hêz a cîhanê" di destê wan de ye. Herwiha rexneyên tund li serokê berê Barack Obama girt û peymana atomî ya berê wekî "peymana herî xirab" binav kir ku tê de 1.7 mîlyar dolar dravê kaş dabûn Tehranê.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Trump behsa kuştina Qasim Suleymanî kir û got: "Ew ji bo ewlehiya navçeyê kesekî tirsnak bû. Heta serkirdeyên niha yên Îranê jî bi kuştina wî kêfxweş bûn, lê newêrîbûn vê yekê bi eşkere bibêjin."

Donald Trump diyar kir, Îran ji ber şikestinên mezin ên leşkerî û aborî, niha ji bo peymanekê lava dike û amadehiya xwe nîşan daye ku 8 keştiyên petrolê ji bo Amerîkayê bişîne. Trump got: "Em niha di nav danûstandinan de ne û em hêvî dikin bigihîjin aştiyeke berhemdar, her çend Îranî carinan di gotinên xwe de paşve gavan diavêjin."

Serokê Amerîkayê di dawiyê de tekez kir, armanca wî ya sereke bihêzkirina Amerîkayê û rawestandina "serkêşiyên Îranê" ye.