Îsraîl: Ji Yemenê mûşekek ber bi welatê me ve hat avêtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlê sibeha ragihand, wan mûşekek ku ji axa Yemenê ber bi Îsraîlê ve dihat destnîşan kirine û ji aliyê sîstemên wan ên berevaniyê ve hatiye şikandin. 

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, îro 28ê Adarê sîstemên berevaniya asmanî demildest ji bo şopandin û têkbirina mûşekê di asman de ketine kar. Di heman demê de, medyaya Îsraîlê ragihand, dengê sîrenên hişyariyê li bajarê geştiyarî yê Eîlatê û li herêma Neqebê ya li başûrê welat hatiye bihîstin.

Ev êrîş di demekê de pêk tê ku ev mehek e şerê navbera Amerîka û hevalbendên wê li dijî Îranê dest pê kiriye. Tê destnîşankirin ku ji destpêka vî şerê herêmî ve, ev cara yekem e ku mûşekek ji axa Yemenê ber bi Îsraîlê ve tê avêtin.

Berî ku peymana agirbestê li Xezzeyê were îmzekirin, komên Hûsî yên li Yemenê bi berdewamî herêma Eîlatê bi mûşek û dronan dikirin armanc. Lê belê piştî destpêkirina şerê nû yê li herêmê, ev êrîşa îro wekî yekemîn çalakiya leşkerî ya Hûsiyan a bi vî rengî hat qeydkirin.

Hêzên çekdar ên Yemenê (Hûsî) bi daxuyaniyekê ragihandibûn, ew ji bo piştgiriya Îranê û "Eniya Berxwedanê" dikevin nav şerê rasterast ê li dijî Amerîka û Îsraîlê.

Hûsiyên Yemenê îro 28ê Adarê hişyariyeke tund dan Washington û Tel Avîvê û amadebûna xwe ya tam ji bo şerekî berfireh nîşan dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ev biryar wekî "erfeke olî û exlaqî" li hemberî êrîşên Amerîka û Îsraîlê hatiye girtin. Hêzên Yemenê dibêjin, armanca van êrîşan pêkanîna projeya "Îsraîla Mezin" û guhertina nexşeya Rojhilata Navîn e.