Enqere li dijî qutbûna gaza Îranê "Plana B" bikar tîne
Enqere (K24) – Piştî êrîşên li ser qada gaza Îranê, îddiayên qutbûna gaza ber bi Tirkiyeyê ve ket rojevê. Wezîr Bayraktar ev îddia red kir û diyar kir ku depoyên wan %71 tijî ne. Pispor jî hişyarî didin ku bihabûna gerdûnî dikare nêzî 4-5 mîlyar dolar barekî zêde bide ser aboriya welat û didin zanîn her çiqas heta niha Tirkiye ev rîsk bi rêyên alternatif paşxistibe jî di egera dirêjbûna şer de dîsa rîsk didome.
Piştî êrîşên Îsraîlê yên li ser qada gaza xwezayî ya Parsa Başûr a Îranê, hat îddiakirin ku herikîna gazê ya ber bi Tirkiyeyê ve hatiye birîn. Li gorî Bloombergê, Îranê piştî êrîşê şandina gazê %75 kêm kiriye. Lê Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Alparslan Bayraktar ev îddia red kir ku di dabînkirinê de kêşe nîne û depoyên wan %71 tijî ne. Her çiqas rawestandina gazê ji bo ewlehiya peydakirina enerjiyê wekî metirsiyekê bê dîtin jî Bayraktar destnîşan dike, ji bo rîskên siberojê wan çavkaniyên xwe piralî kirine.
Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kafkasyayê Prof. Dr. Hasan Oktay ji K24ê re got: “Li cîhanê tengasiya di dabînkirina enerjiyê de bandorê li Tirkiyeyê dike ku di warê petrol û enerjiyê de bi derve ve pêbend e. Hilberîna elektrîkê, binesaziya pîşesaziyê û germkirina malan li ser gaza sirûştî ye û krîz dikare bandoreke neyînî li hilberînê bike. Lê Tirkiye bi peymana par a bi Emerîkayê re ya ji bo gaza xwezayî a ronkirî û bi hewldanên anîna gaza Tirkmenistan, Îran û Rûsyayê, hewl dide çavkaniyên xwe zêde bike û rîskê kêm bike.”
Di rapora Yekîtiya Belavkarên Gaza Xwezayî ya Tirkiyeyê (Gazbir) a Berfanbara 2025an de jî hat diyarkirin ku Tirkiye nêzî 58 mîlyar metrestûn gaz hawirde kiriye û hilberîna gaza xwezayî ya giştî ya salane a Tirkiyeyê ji du milyar metrekupî zêdetir e.
Pisporê têkiliyên navneteweyî Prof. Dr. Tevfîk Erdem dibêjin: “Pêbendiya Tirkiyeyê ya bi enerjiya Rojhilata Navîn re di asta %10an de ye, şerê heyî rîska qutbûna rasterast çênake; lê bilindbûna bihayên gerdûnî dikare biqasî 4-5 mîlyar dolar barekî zêde bixe ser aboriya welat. Tirkiye bi saya gaza sirûştî ya şilemenî ku ji Emerîka û Rûsyayê tîne, xwe ji girêdayîbûna boriyan rizgar dike û bi stratejiya cihêreng, tevî lêçûnan jî li hemberî krîzên enerjiyê berxwedêr dimîne ku kêmtir zirarê bibîne.”
Tirkiye, sala 2025an ji Rûsyayê %36.5, ji Azerbaycanê %20.6 ji Amerîkayê %15.7 û ji welatên din %6,1 metrestûn gaz hawirde kiriye. Li gorî Lijneya Rêkûpêkkirina Bazara Enerjiyê Tirkiye salane biqasî %13,5 gaza xwe ji Îranê dabîn dike.