Hakan Fîdan êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê şermezar dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Hakan Fîdan Tirkiyeyê peywendiyeke telefonî encam dan û tê de Fîdan bi tundî ew êrîşa dronî şermezar kir ku îro li ser mala Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê hatibû kirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de amaje bi wê yekê da ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êvariya îro 28ê Adarê peywendiyeke telefonî ji Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan wergirt.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di peywendiyê de, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê bi tundî ew êrîşa bi dronan a ku îro li ser mala Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê pêk hatibû şermezar kir, herwiha piştgiriya welatê xwe ya ji bo parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê tekez kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha dibêje: Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî spasiya peywendiya Hakan Fîdan û helwesta Tirkiyeyê ya ji bo şermezarkirina êrîşê kir.
Di daxuyaniyê de herwiha hatiye aşkerekirin ku di tewereke din a peywendiyê de, dawîn geşedanên rewşa navçeyê hatin gotûbêjkirin û her du aliyan tekezî li ser girîngiya hevkarî û hevahengiyê ji bo parastina aramiyê kirin.