Serokê Îmaratê êrîşa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku, Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayîd Al Nehiyan bi rêya telefonê peywendî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re kiriye.

Şêx Mihemed bin Zayîd Al Nehiyan di wê peywendiya telefonî de êrîşa bi dronan a li ser mala Serok Nêçîrvan Barzanî li Dihokê bi tundî şermezar kir û piştgiriya berdewam a welatê xwe ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê û parastina ewlehî û tenahiyê jî tekez kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji aliyê xwe ve spasiya peywendiya Şêx Mihemed bin Zayîd Al Nehiyan û piştgiriya berdewam a dewleta Îmaratê ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê kir.

Di pareke din a wê peywendiyê de, pêşketinên dawiyê yên deverê û encamên şer hatin nîqaşkirin û her du aliyan girîngiya bizavan ji bo bidawîkirina şer û çespandina aramî û tenahiyê tekez kir.

Ji aliyekî din ve jî, Wezareta Derve ya Îmaratê îro (Yekşem, 29ê Adara 2026ê) di beyannameyeke fermî de êrîşa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Dihokê şermezar kir.

Wezareta Derve ya Îmaratê di wê beyannameyê de got, "Dewleta Îmaratê bi tundtirîn awa wê êrîşê şermezar dike û nîgeraniya xwe ji bo vê destdirêjiya tawankarî diyar kiriye."

Wezareta navbirî tekez li ser dilsoziya temam a welatê xwe bi Nêçîrvan Barzanî û malbata wî re, herwesa bi Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re di vê rewşê de kiriye.

Di dawiya wê daxuyaniyê de jî hatiye gotin, "Îmarat bi tundî her tundûtûjiyekê red dike, ku armanca wê têkdana ewlehî û tenahiyê be."