Serokê Encûmena Dadweriyê daxwaza cezakirina bikerên êrîşa li ser mala Nêçîrvan Barzanî dike

Ebdilcebar Ezîz Hesen
Ebdilcebar Ezîz Hesen

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Encûmena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê êrîşa bi dronan a li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir û ragihand ku, êrîşên bi wî rengî ewlehî û tenahiyê têk didin. Daxwaz jî kir ku, tawanbar di zûtirîn dem de radestî dadgehê bên kirin.

Serokê Encûmena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê Ebdilcebar Ezîz Hesen îro (Yekşem, 29ê Adara 2026ê) di daxuyaniyekê de êrîşa bi dronan a li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi tundî şermezar kir û ragihand, “Ev yek armanckirina tevahiya xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê ye.”

Serokê Encûmena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê herwesa got ku, armanca wê êrîşê têkdana wê ewlehî û tenahiyê û pêşxistin û avedankirinê ye ya ku li Herêma Kurdistanê heye.

Ebdilcebar Ezîz Hesen ron jî kir ku, Herêma Kurdistanê ne parek ji wî şerî ye yê ku niha tê kirin, belkî pareke girîng a bidestxistina aştî û ewlehiyê li deverê ye, Serokê Herêma Kurdistanê jî roleke mezin di bidestxistina wê aştiyê de heye, ev jî bi şahidiya tevahiya alî û pêkhateyên Iraq û deverê.

Navbirî di dawiya daxuyaniya xwe de jî ji aliyên peywendîdar xwest ku, di zûtirîn dem de erk û berpirsiyariyên li ser milên xwe ji bo dîtina wan tawanbaran bi cih bînin, herwesa lêkolîn bi wan re bê kirin û radestî dadgehê bên kirin da ku li gorî qanûnê bên cezakirin.

Mala Serokê Herêma Kurdistanê û çend cihên din ên nav bajarê Dihokê duhî (28ê Adara 2026ê) rastî êrîşeke bi dronan hatin. Gelek aliyan li Herêma Kurdistanê, Iraqê, deverê û cîhanê helwesta xwe li ser wan êrîşan eşkere kir û bi tundî şermezar kirin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî bi rêya teleofnê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re axivî, ew êrîş şermezar kirin û biryar da ku tîmeke hevpar a ewlehî û teknîkî ji bo lêkolînên li ser wê bûyerê û destnîşankirina tawanbaran bê çêkirin.