Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera li Berlînê bi Steinmeier re civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera di çarçoveya serdana xwe ya Almanyayê de, li Berlînê ligel Serokkomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier civiya û pêşxistina peywendiyên dualî gotûbêj kirin.
Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera îro 30î Adarê bi Serokkomarê Federal ê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier re hevdîtinek pêkanî. Di civînê de hejmarek berpirsên pilebilind ên her du welatan jî amade bûn.
Her du aliyan peywendiyên dîplomatîk ên di navbera Sûriye û Almanyayê de û rêyên xurtkirin û pêşxistina wan di warên cuda de gotûbêj kirin. Di hevdîtinê de tekezî li ser xwesteka her du welatan a ji bo berfirehkirina asoyên hevkariyê bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên hevbeş ên her du gelan bike, hat kirin.
Di vê serdana fermî de şandeyeke bilind a Sûriyeyê ligel Ehmed Şera bû ku di nav wê de Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Şeybanî, Wezîrê Aborî û Pîşesaziyê Nîdal Şear û Wezîrê Enerjiyê Mihemed Beşîr cih digirtin.
Ev hevdîtin wekî pêngaveke giring ji bo nûkirina peywendiyên navdewletî yên Sûriyeyê bi welatên Ewropayê re tê nirxandin.