Ehmed Şera: Sûriye ji bo veguhestina enerjiyê alternatîfa herî ewle ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera hişyarî da ku aloziyên leşkerî yên navçeyê gefê li ewlehiya enerjiyê ya cîhanê dixwin. Herwiha Şera êrîşên Îranê yên li ser welatên Kendavê şermezar kir û Sûriye wekî "rêyeke stratejîk" a ewle ji bo veguhestina petrol û gazê nîşan da.

ÎSerokê Sûriyeyê Ehmed Şera îro 30î Adarê di konferanseke rojnamevanî li Berlînê de, bal kişand ser aloziyên leşkerî yên ku Rojhilata Navîn girtine bin bandora xwe û ragihand: "Ev geşedan metirsiyeke pir mezin li ser dabînkirina enerjiyê û nirxê sotemeniyê di bazarên cîhanî de çêdikin; bi taybetî eger ev şer dirêj bike û rêkeftineke siyasî pêk neyê."

Serokê Sûriyeyê bi tundî êrîşên mûşekî û dironî yên Îranê yên li ser navendên enerjiyê yên li welatên Kendavê şermezar kir û got: "Welatên Kendavê ti carî ne beşek in vî şerî, lê bi neheqî dibin armanc. Sûriye ji bo aramiya van welatan piştgirî û hevsoziya xwe ya tam nîşan dide."

Ehmed Şera destnîşan kir, Sûriye ji ber pêgeha xwe ya cografî û kenarên xwe yên li ser Deryaya Navîn, dikare bibe penageheke ewle ji bo bazirganiya navdewletî. Herwiha got: "Sûriye dikare wekî rêyeke bejayî û deryayî ya alternatîf were bikaranîn ku enerjiya navçeyê bi awayekî herî bilez û ewle bigihîne Ewropayê. Di vê qonaxa tije girjî de, ev tekane rê ye ji bo parastina ewlehiya aborî ya cîhanê."

Ev daxuyaniyên Serokê Sûriyeyê di demekê de ne ku ji ber şerê Amerîka û Îranê, Tengava Hurmizê ya stratejîk, ku %20 petrola cîhanê di wir de derbas dibe, rastî astengiyan hatiye û welatên cîhanê li rêyên alternatîf digerin.