Li Dêrikê bi sedan kes ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê daketin qadan
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi sedan şêniyê bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, îro 31ê Adarê li dijî êrîşên li ser Herêma Kurdistanê nerazîbûna xwe nîşan dan û çalakiya şermezarkirinê lidar xistin.
Beşdarên çalakiyê bi hildana ala Kurdistanê û dirûşman, êrîşên li ser Herêma Kurdistanê red kirin û piştgiriya xwe ji bo asayîş û aramiya Herêmê nîşan dan. Di çalakiyê de hat tekez kirin ku aramiya Herêma Kurdistanê, beşek ji aramiya tevahiya navçeyê û Rojavayê Kurdistanê ye.
xwepêşanderan bal hat kişandin ser yekitiya helwesta gelê Kurd li hemberî êrîşên derveyî. Hat diyarkirin ku êrîşên li ser Herêma Kurdistanê, êrîşên li ser destkeftiyên hemû Kurdan in û divê ev destdirêjî demildest werin rawestandin.
Ev çalakiya li Dêrikê di demekê de ye ku di rojên borî de li gelek bajar û bajarokên din ên Rojavayê Kurdistanê, mîna Kobanê, Tirbespiyê, Amûdê û Girkê Legê jî meş û xwepêşandanên mezin hatibûn lidarxistin. Di van çalakiyan de xelkê Rojavayê Kurdistanê bi tundî êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin û piştgiriya xwe ya tam ji bo Hêzên Pêşmerge ragihandin.
Herêma Kurdistanê di van demên dawî de rûbirûyî êrîşên dronî û mûşekî yên "komên derveyî qanûnê" dibe. Ev êrîş dibin sedema tirs û diltengiyê di nav welatiyan de û aramiya Herêmê dixe metirsiyê, ku ev yek bûye sedema nerazîbûnên mezin li her çar parçeyên Kurdistanê.