Şaredarê Bursayê û 55 kesên din hatin binçavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serdozgeriya Bursayê bi tohmeta "gendelî, bertîl û endamtiya rêxistina tawanê", biryara binçavkirinê ji bo Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê Mustafa Bozbey û 55 kesên din da. Di nav kesên hatine binçavkirin de, endamên malbata Bozbey jî hene.

Serdozgeriya Komarî ya Bursayê ragihand, Şaredarê CHPî Mustafa Bozbey, di dema şaredariya xwe ya navçeya Niluferê de, tevî hejmarek karmend û rêveberên şaredariyê di projeyên avahîsaziyê de gendelî kiriye. Li gorî îdianameyê, Bozbey û tîma wî bi rêya bertîlê qazancên neheq bidest xistine.

Di encama operasyona ku hat lidarxistin de, tevî Şaredar Mustafa Bozbey, 55 karmend û rêveberên şaredariyê hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku di nav kesên hatine girtin de hevjîn, keç û birayê Mustafa Bozbey jî cih digirin. 

CHP: Ev êrîşek li ser îradeya gel e

Berpirsên Partiya Gel a Komarî (CHP) bertekên tund nîşanî van binçavkirinan dan û gotin: "Gelê me destê ku dirêjî îradeya wan bibe qebûl nake. Ev operasyon siyasî ye û em ê hesabê vê yekê bipirsin."

Serokê Giştî yê CHPê Ozgür Ozel serdana xwe ya fermî ya ji bo Kosovoyê betal kir. Tê payîn ku Ozel bi tîmeke hiqûqî û siyasî re biçe Bursayê, da ku piştgirî bide şaredar û rewşê ji nêz ve bişopîne.