Şandeyeke PDKê ji bo gotûbêjkirina sê mijarên giring gihîşt Bexdayê
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeyeke pilebilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), îro piştî nîvro gihîşt Bexdayê, armanca serdanê gotubêjkirina êrîşên li ser Herêma Kurdistanê û proseya siyasî ya Îraqê ye.
Şandeya PDKê bi serokatiya Fazil Mîranî û endametiya Fewzî Herîrî, Newzad Hadî û Umîd Sebah îro 31ê Adarê dest bi hevdîtinên xwe yên li Bexdayê kir.
Tê payîn ku şandeya PDKê bi serkirdeyên aliyên siyasî yên Îraqê re li ser sê mijarên çarenivîsî bicive:
- Êrîşên li ser Herêma Kurdistanê: Rawestandina êrîşên mûşekî û dronî yên ku di demên dawî de li ser Herêmê zêde bûne.
- Avakirina Hikûmeta Nû: Gotûbêjên li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal a Îraqê.
- Hilbijartina Serokkomar: Diyarkirina namzedekî ji bo posta Serokkomariya Îraqê.
Ji ber ku Herêma Kurdistanê di van demên dawî de gelek caran rûbirûyî êrîşên "komên derveyî qanûnê" bûye, PDK dixwaze ku hikûmeta federal berpirsiyariya xwe ya ji bo parastina serweriya xaka Iraq û Herêma Kurdistanê bicih bîne. Ev serdan wekî hewleke ji bo xistina fişarê li ser aliyên biryardar ên Bexdayê tê dîtin, da ku rê li ber van êrîşan were girtin û aramiya Herêmê neyê têkbirin.