Îsraîlê kirîna çekan ji Fransayê rawestand
Navenda Nûçeyan (K24) - Kanala Israel24ê îro (Sêşem, 31ê Adara 2026ê) ragihand ku, Televîvê biryar daye ku kirîna hemî çekan ji Fransayê rawestîne.
Kanal Israel24ê sedema vê yekê jî ji bo helwesta dijminane ya Parîsê di dema du salên borî de vegerand.
Kanala navbirî herwesa got ku, rawestandina kirîna çekan li ser fermana Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Israel Katz û Rêvebirê Giştî yê Wezareta Berevaniyê Amir Baram ve hatiye bûye.
Her wê kanalê ron jî kir ku, ew rawestandin tenê ji bo peymanan e yên ku pêştir hatine îmzekirin û hîn jî kar pê tê kirin.
Di pareke din a wê raportê de ew yek jî hatiye eşkerekirin ku, ev pêngava Israîlê piştî hejmareke bûyeran bi Fransayê re tê, xasma jî piştî ku Parîsê qedexe kir ku Îsraîl tevlî pêşangeha ewlehiyê ya ‘Eurostory’yê di meha Hezîrana 2024ê de û pêşangeha ‘Euronaval’ê ya çekên deryayî di meha Mijdarê de bibe.
Heta niha tu daxuyaniyeke fermî ji aliyê Hikûmeta Îsraîlê û Hikûmeta Fransayê ve li ser wan zanyaran nehatine dayîn.
Li gorî raportên çapemeniyê, Fransa her salê bi navînî bi bihayê 20 milyon Yoroyan alavên leşkerî difiroşe Îsraîlê.
Di dema du salên borî de û xasma jî piştî destpêkirina şerê Xezzeyê, têkiliyên di navbera Îsraîl û çend welatên Ewropayî de aloz bûne. Di Cotmeha 2024ê de, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron daxwaz kir ku şandina çekan ji bo Îsraîlê rawestîne, ku ev yek jî bû sedema bertekeke tund ji Televîvê.
Di heman demê de, gelek welatên din ên Ewropayî, wek Brîtanya û Holanda, ji ber binpêkirinên mirovî û gefên li ser jiyana sivîlan li Xezzeyê û peravên Rojava, hinardekirina çek û alavên leşkerî ji bo Îsraîlê sînordar kirine an jî rawestandine.