Iraqçî bo Fîdan: Em pabendî bingehên cîrantiya baş û parastina yekparçeyiya axa Tirkiyeyê ne

Ebas Iraqçî û Hakan Fidan
Ebas Iraqçî û Hakan Fidan

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îranê hişyarî da Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li hember gefên wê yên li dijî jêrxaneya enerjiyê û ragihand ku, Waşinton hemî bingehên mirovî û qanûnên navneteweyî binpê dike.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî îro (Sêşem, 31ê Adara 2026ê) bi rêya telefonê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan re axivî.

Ebas Iraqçî di wê peywendiya telefonî de tekez kir ku, Îran pabendî bingehên cîrantiya baş û rêzgirtina li yekparçeyiya axa Tirkiyeyê ye.

Navbirî herwesa ew raport û nûçe jî red kirin ên behsa avêtina mûşekên Îranê ji bo nav axa Tirkiyeyê dikin û wekî gotinên "bêbingeh" binav kirin.

Wezîrê Derve yê Îranê di derheqa Amerîkayê de jî got, "Gefên Waşintonê ji bo lêdana jêrxaneya aborî û dezgehên enerjiyê tên manaya paşguhkirina hemî qanûn û bingehên mirovî."

Hevpeymaniya Bakurê Etlesê (NATO) jî her îro ragihand ku, mûşekeke Îranê ku ber bi axa Tirkiyeyê ve hatibû avêtin hat pûçkirin û êxistin.

NATOyê behsa wê yekê jî kir ku, êrîşa îro ya Îranê, ku bi mûşekeke balîstîk hatiye kirin, êrîşa çarê ya bi mûşekan e ku ji destpêka serhildana şerê niha yê Rojhilata Navîn ve ji aliyê NATOyê ve tê şakndin.