Trump: Şerê Îranê di demeke nêzîk de bidawî tê
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê pêşbînî dike ku, şerê niha yê bi Îranê re di demeke nêzîk de bidawî bibe, herwesa bang li wan welatên ku ji ber girtina Tengava Hurmizê zirar dîtiye jî dike ku ew bi xwe bizavê ji bo kontrolkirin û vekirina wê rêya avî bikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Sêşem, 31ê Adara 2026ê) di daxuyaniyeke nû de ji ronjameya ‘New York Post’ê re ragihand, "Ez difikirim ku şerê bi Îranê re di demeke nêzîk de bidawî dibe."
Serokê Amerîkayê behsa wê yekê jî kir ku welatên din dikarin ji bo vekirina Tengava Hurmizê bi awayekî serbixwe bixebitin û tekez, “Dema ku em ji deverê derdikevin, hingê Tengava Hurmizê dê bê vekirin.”
Donald Trump herwesa got ku, welatê wî şiyanên Îranê bi tevahî têk birine, lê ji bo rawestandina êrîşên Tehranê pêdivîtî bi zêdetir karî ye.
Navbirî armanca xwe ya sereke di wê yekê de kurt kir ku, "Tenê ji wê yekê piştrast bibin ku Tehran nabe xwediya çekên atomî."
Ji aliyekî din ve, Donald Trump vê carê di çavpêketinekê de li ser ûranyûma embarkirî ji kanala CBSê re got ku, ew ûranyûm li cihên pir kûr in û derxistina wan mijareke tevlihev e û demê dixwaze lê Waşinton dê biryarên pêdivî li ser wê bide.
Ev pêşveçûn di demekê de ne ku, şerê Îsraîl û Amerîkayê bi Îranê re ketiye roja xwe ya 32ê. Her çend Amerîkayê hêzeke zêdetir şandiye deverê jî, lê bizavên dîplomatîk bi rêya welatên Pakistan, Tirkiye û Misrê berdewam in da ku çareseriyeke siyasî bibînin.