Artêşa Îsraîlê: 2500 armancên Hizbullaha Libnanê hatine lêdan
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Artêşa Îsraîlê Efi Defrin ragihand, ew ê di nava çend rojên pêş de pîşesaziya leşkerî ya Îranê bi temamî hilweşînin. Defrin diyar kir, ev pîşesazî ji bo Îsraîlê bûye "metirsiya hebûnê".
Berdevkê Artêşê di daxuyaniyekê de bal kişand ser operasyonên wan ên li dijî Îran û Hizbullaha Libnanê. Defrin da zanîn, firokeyên wan heta niha li hundirê axa Libnanê 2 hezar û 500 armancên Hizbullahê bombebaran kirine.
Efi Defrin eşkere kir ku di encama van êrîşan de wan dawî li jiyana 900 çekdarên Hizbullahê aniye. Herwiha tekez kir jî, zextên wan ên li ser eniya Libnanê dê her berdewam bin heta ku metirsiya li ser sînorên wan bi dawî bibe.
Derbarê operasyonên li dijî Îranê de, Berdevkê Artêşa Îsraîlê got: "Em li Îranê berdewam in li ser bombebarankirina navendên desthilatê. Armanca me ya sereke tunekirina wê metirsiya hebûnê ye ku li ser me heye. Di nava çend rojên bê de, em ê pîşesaziya leşkerî ya Îranê ji nav bibin; ew pîşesaziya ku çekan ji bo rejîma Îranê hildiberîne da ku êrîşî Îsraîlê bikin."