Parêzgarê Hewlêrê: Bi 3 dronan êrîş li ser komgeheke rûnê otomobîlan hate kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ragihand, sibeha îro bi rêya dronan êrîşî kogeheke rûnê otomobîlan hatiye kirin. Xoşnaw diyar kir, dema tîmên agahvemirandinê mijûlî karê xwe bûn, êrîş du carên din hatine dubarekirin.

Omêd Xoşnaw îro 1ê Nîsanê ji K24ê re ragihand, 3 êrîşên li pey hev li ser Hewlêrê hatin kirin û hûrgiliyên êrîşên îro wiha eşkere kirin:

- Êrîşa yekem: Saet di 07:30ê sibehê de hat kirin û di encamê de agireke mezin derket.

- Êrîşa duyem: Saet di 08:40î de, dema tîmên Parastina Şaristanî li cihê bûyerê mijûlî vemirandina agir bûn, droneke din heman cih bombebaran kir.

- Êrîşa sêyem: Saet di 10:20î de dronê sêyem cara sêyemîn li heman komgeha rûnê xist.

Omêd Xoşnaw da zanîn, bi giştî 3 dronan li komgeha rûnê otomobîlan xistiye û droneke çarem jî berî ku bigihîje armanca xwe, di asman de hatiye teqandin û xistin.

Parêzgarê Hewlêrê bal kişand ser metirsiya li ser jiyana tîmên hewarhatinê û got: "Ji bo parastina canê karmendên hêzên ewlehiyê û tîmên Parastina Şaristanî, me daxwaz kir ku ji cihê bûyerê dûr bikevin. Ji ber ku kogeha rûnê bi temamî şewitiye û tiştekî ku were rizgarkirin nemaye, em naxwazin jiyana karmendan bixin metirsiyê."