Îranê sedema dernekeftina Mucteba Xamineyî aşkera kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Îranê ronkirinek li ser sedema derengkeftina derkeftina rêberê nû Mucteba Xamineyî da û tekez kir ku, tenduristiya navbirî gelek baş e û dernekeftina wî tenê peywendî bi rewşa cengê ve heye.
Wezareta Derve ya Îranê îro (Çarşem, 1ê Nîsana 2026ê) aşkera kir, "Mucteba Xamineyî di tendurustiyeke baş de ye û derengkeftina derkeftina wî ya li beranberî xelkî tenê peywendî bi rewşa cengê ve heye."
Wezareta Derve ya Îranê di eynî demê de êrîşeke tund kir ser siyasetên Amerîkayê û got, "Êdî tu kesek di cîhanê de nikare baweriyê bi dîplomasiya Amerîkayê bîne, ji ber ku Waşinton dîplomasî û danûstandinan wekî alavek ji bo zemînesaziya sepandina daxwazên xwe yan bikaranîna hêzê bi kar tîne."
Wezareta navbirî tekez jî kir ku, Tehran bi hemî rengan berevaniyê ji xwe dike, ji bo rêgirtina li dubarebûna her cengekê ku bi paldana Îsraîlê Amerîka tevlî wê bê kirin.
Ev jî di demekê e ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin û kurê wî Mucteba Xamineyî li cihê wî hat destnîşankirin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.