Bingeha Lîwaya 53ê ya Heşda Şeibî li Teleferê hat bombebarankirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Bingeha Lîwaya 53ê ya Heşda Şeibî li qezaya Teleferê ya girêdayî parêzgeha Neynawayê îro du caran rastî êrîşan hat û di encamê de fermandarê fewca wê lîwayê hat kuştin.
Desteya Heşda Şeibî îro (Çarşem, 1ê Nîsana 2026ê) di daxuyaniyekê de aşkere kir ku, di encama êrîşeke asmanî de Yasîn Mihemed Sadiq Fermandarê Fewca Lîwaya 53ê ya Heşda Şeibî li qezaya Teleferê li rojavayê parêzgeha Neynewayê hat kuştin.
Li gorî wê daxuyaniyê, du êrîşên asmanî hatine kirin; ya yekê saet 5:50 û ya duyê saet 6:40 ê êvarê bû. Di encama van êrîşan de, wekî amareke destpêkê, fermandarê wê fewcê û endamekî din ê Heşdê hatin kuştin, herwesa çar kesên din jî birîndar bûn.
Wê desteyê tekez jî kir ku, ev êrîş wan ji berdewamîdana li ser rêbaza qurbanîdanê ji bo xizmetkirina welat û gel ranawestînin.
Ji hingê ve ku şerê Amerîka û Îsraîlê bi Îranê re hatiye destpêkirin, komên çekdar ên neqanûnî yên Iraqê bi dronan bizavê dikin ku, bingehên leşkerî yên Amerîka û Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê bikin armanc.
Her ji destpêka şerê Îsraîl û Amerîkayê bi Îranê re, Amerîkayê gelek caran êrîşî bingehên Heşda Şeibî kiriye û bi dehan çekdar jê kuştine û birîndar kirine, herwesa Amerîkayê gelek caran hişyarî daye Hikûmeta Iraqê ku divê Heşda Şeibî hilweşîne.
Ev jî di demekê e ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin û kurê wî Mucteba Xamineyî li cihê wî hat destnîşankirin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.
Îranê herwesa Tengava Hurmizê jî girtiye, ku bandoreke mezin li ser bazara enerjiyê û aboriya cîhanê kiriye. Serokê Amerîkayê Donald Trump pêştir jî 48 saet wekî destûrî dabûn Îranê da ku Tengava Hurmizê vekiriba lê hîn jî ew tengav girtî maye û ev nûtirîn peyama Trump e li ser wê mijarê.