Encûmena Ewlehiyê civîneke daxistî li ser Tengava Hurmizê li dar dixe

Navenda Nûçeyan (K24) - Ajansa Bloombergê aşkere kir ku, Encûmena Ewlehiyê ya Navneteweyî biryar daye ku civîneke şêwirmendiyê ya daxistî li ser alozîyên girêdayî Tengava Hurmizê li dar bixe.

Ajansa Bloombergê îro (Çarşem, 1ê Nîsana 2026ê) aşkere kir ku, hevpeymanên Amerîkayê mijûlî lêkolînê ne, ji bo bicihanîna hejmareke rêkarên aborî li dijî Îranê, ev jî eger Tehran li ser daxistina Tengava Hurmizê û lengkirina hatinûçûna deryayî berdewam be.

Her di çarçoveya bizavên navneteweyî de, biryar e ku sibe Wezîrê Derve yê Brîtanyayê serperiştiya civîneke serxet (online) ya girêdayî rewşa Tengava Hurmizê bike.

Armanca vê civîna Brîtanyayê jî xurtkirina bizavan ji bo dîtina rêyeke dîplomasî û hevahengîkirina bi wan dewletan re ye yên ku kanalên peywendiyan bi Tehranê re hene, ji bo ku rê li zêdetir berfirehbûna wê krîzê bê girtin.

Ev jî di demekê e ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin û kurê wî Mucteba Xamineyî li cihê wî hat destnîşankirin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.

Îranê herwesa Tengava Hurmizê jî girtiye, ku bandoreke mezin li ser bazara enerjiyê û aboriya cîhanê kiriye. Serokê Amerîkayê Donald Trump pêştir jî 48 saet wekî destûrî dabûn Îranê da ku Tengava Hurmizê vekiriba lê hîn jî ew tengav girtî maye û ev nûtirîn peyama Trump e li ser wê mijarê.