Rojnameyeke Amerîkî: Îran sengerên xwe li giravên Tengava Hurmizê xurt dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameya Amerîkî "Wall Street Journal" di raporeke nû de aşkere kir, Îranê li çend giravên stratejîk ên nêzîkî Tengava Hurmizê, dest bi xurtkirina senger û binesaziya xwe ya serbazî kiriye.
Li gorî rapora rojnameyê, ev geşedanên leşkerî bûne sedema nîgeraniyên mezin li cem çavdêrên navdewletî. Pispor destnîşan dikin, xurtkirina sengerên li ser giravan, metirsiyeke rasterast li ser asayîşa deryavanî û veguhastina enerjiyê ya li navçeyê çêdike.
Pisporên serbazî hişyariyê didin ku her cure astengkirina liv û tevgera keştiyan li tengavê, dê Amerîka û hêzên hevpeyman neçar bike ku serî li bijardeya leşkerî bidin.
Di raporê de hat diyar kirin ku di rewşeke wiha de, egereke mezin heye ku hêzên navdewletî operasyoneke leşkerî ji bo girtina wan giravan pêk bînin.
Çavdêr dibêjin, Îran niha van giravan wekî "bingehên gefxwarinê" yên li dijî bazirganiya cîhanî bikar tîne. Ji ber ku Tengava Hurmizê xala herî krîtîk a veguhastina petrolê ye, her guherînek di rewşa ewlehiyê de jî, dikare aboriya cîhanî rûbirûyî krîzeke giran bike.
Amerîka û hevpeymanên wê berê jî ragihandibûn, ew ê rê nedin ti aliyekî ku azadiya deryavanî li Tengava Hurmizê asteng bike. Ev rapora nû nîşan dide ku navçe ber bi qonaxeke nû û metirsîdar a rûbirûbûnê ve diçe.