Balyozxaneya Amerîkayê ji welatiyên xwe re: Demildest ji Iraqê derkevin

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê, hişyariyeke ewlehiyê ya "lezgîn û herî bilind" da welatiyên xwe û ragihand, di nava 24 heta 48 saetên bê de, metirsiya êrîşên mezin li navenda Bexdayê heye.

Balyozxaneya Amerîkayê îro 2ê Nîsanê di daxuyaniyekê de diyar kir, agahiyên îstîxbaratî di destê wan de hene ku komên çekdar ên "hevpeymanên Îranê" amadekariya êrîşên berfireh li navenda paytext Bexdayê dikin.

Balyozxaneyê hişyarî da ku dibe ev êrîş welatiyên Amerîkayê, kompanî, zanîngeh, saziyên dîplomatîk, binesaziya enerjiyê, otêl û balafirgehan bikin armanc. Her wiha hat gotin jî, metirsiya revandina welatiyên Amerîkayê ji aliyê komên çekdar ve pir zêde ye. Ji ber vê yekê, Amerîkayê bang li hemû welatiyên xwe kir ku "demildest ji Iraqê derkevin."

'Hikûmeta Iraqê nikare rê li ber êrîşan bigire'

Di beşeke daxuyaniyê de, Amerîkayê rexne li şiyana hikûmeta Iraqê girt û got: "Hikûmeta Iraqê nekariye rê li ber van êrîşên terorîstî bigire." Balyozxaneyê herwiha bal kişand ser wê yekê ku dibe hin ji van komên çekdar peywendiyên wan bi hikûmetê re hebin an jî nasnameyên fermî yên dewletê bi kar bînin.

Hişyariya 'Asta Çarem' (Asta Sor)

Amerîkayê asta hişyariya geştê ji bo Iraqê gihand asta herî bilind (Asta 4 - Sor). Balyozxaneyê daxwaz ji Amerîkiyan kir:

- Bi tu awayî serdana Iraqê nekin.

- Yên li hundirê Iraqê ne, zû ji Iraqê derkevin.

- Ji ber metirsiya mûşek û dronan, neçin avahiya Balyozxaneyê ya li Bexdayê.

Tevî ku beşek ji karmendên balyozxaneyê hatine veguhestin jî, hat ragihandin ku xizmetên konsolxaneyê ji bo welatiyên Amerîkayê yên li navçeyê bi awayekî sînordar berdewam dikin.