Iraq hewl dide beşek ji asmanê xwe veke

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Veguhastinê ya Iraqê ragihand, ew plan dikin li gorî pîvanên navdewletî beşek ji asmanê welat ji bo firînên sivîl vekin. Armanca vê pêngavê dîtina rêrewên alternatîf e di nav aloziyên herêmê de.

Berpirsê Ragihandinê yê Wezareta Veguhastinê Meysam Safî îro 2ê Nîsanê diyar kir, hikûmetê rênima daye tîmên teknîkî, da ku vekirina hin beşên asmanê Îraqê lêkolîn bikin. Armanc ew e ku asta herî bilind a silametiya firînên sivîl were dabînkirin.

Safî bal kişand ser sedema girtina asmanê welat û got, ev biryar wekî "tedbîreke xweparastinê" ji ber şer û geşedanên leşkerî yên li navçeyê hatiye girtin. Ev pêngav ji bo parastina jiyana geştiyaran û kompanîyên firokeyan hatiye avêtin.

Li gorî berpirsê wezaretê, sala par di dema operasyonên serbazî de wan karîbû bi rêya welatên Kendavê asmanê xwe vekirî bihêlin. Lê belê, di krîza niha de ji ber ku welatên cîran jî asmanê xwe girtine, dîtina rêrewên ewle zehmettir bûye.

Wezareta Veguhastinê niha bi hevahengiya saziyên navdewletî hewl dide "korîdorên ewle" ji bo firokeyan bibîne. Ev yek ji bo kêmkirina ziyanên aborî yên girtina asmanê Iraqê û vegerandina jiyana asayî ya sektorê pir girîng e.

Girtina asmanê welat gelek caran bûye sedema rawestandina firînan û zerarên mezin dane aboriya Iraqê. Hikûmet dixwaze bi rêyên alternatîf û "çareseriyên nerm", asmanê Iraqê ji bo deryavaniya cîhanî amade bike.