Supaya Îranê: Eger êrîşeke bejayî pêk were, ti leşkerekî dijmin sax namîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Supaya Îranê Emîr Hatemî hişyariyeke tund da Amerîka û Îsraîlê û ragihand, di egera êrîşeke bejayî de, ew ê nehêlin "ti leşkerekî dijmin bi saxî rizgar bibin". Hatemî tekez kir, ew ê heta serkeftina dawî şer bidomînin.
Medyaya Îranê îro 2ê Nîsanê dîmenên civîna Fermandarê Giştî yê Supayê Emîr Hatemî ligel fermandarên leşkerî belav kirin. Hatemî di civînê de daxwaz kir ku gavên dijmin "saet bi saet" werin şopandin û tîmên serbazî bi hûrî li benda her geşedanekê bin.
Emîr Hatemî di axaftina xwe de bi zimanekî tund gef xwarin û got: "Divê hûn di demeke kurt û rekor de, bersiva êrîşên dijmin bidin. Ger êrîşeke bejayî li ser welatê me were kirin, divê hûn rê nedin ku yek leşkerekî wan jî bi saxî rizgar bibe."
Fermandarê Îranî amaje bi daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê "guhertina nexşeya Îranê" kir û got: "Ev gotin nîşan didin ku armanca rastîn a Amerîka û Îsraîlê jêbirina navê Îranê ye. Lê em bi îradeya gelê xwe û bi hemû hêza xwe, heta serkeftina tam a li ser dijmin, dê di şer de berdewam bin."
Emîr Hatemî di dawiya daxuyaniyên xwe de destnîşan kir ku stratejiya Komara Îslamî ya Îranê rawestandina şer û vegerandina aramiyê ye, lê bi şertê ku ti metirsî li ser gelê Îranê nemîne. Hatemî hişyarî da: "Ger bi vî rengî nebe, em ê dest ji dijmin bernedin heta ku em bigihîjin hemû armancên xwe."