Omêd Xoşnaw: Zêdetirî 500 êrîşên dronî û mûşekî li ser Hewlêrê hatine kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ragihand, ji destpêka alozî û rageşiyên navçeyê ve, sînorê parêzgeha Hewlêrê rûbirûyî zêdetirî 500 êrîşên dronî û mûşekî bûye. Xoşnaw daxwaz ji hikûmeta Îraqê kir ku li hemberî van êrîşan xwedî helwest be û ziyandîtiyan qerebû bike.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro 2ê Nîsanê di konferanseke rojnamevaniyê de, amarên êrîşên li ser paytexta Herêma Kurdistanê eşkere kirin. Xoşnaw diyar kir, Hewlêr bûye armanca zîncîreyeke êrîşên nerewa û heta niha zêdetir ji 500 dron û mûşekan li sînorên parêzgehê ketine.
Parêzgarê Hewlêrê bal kişand ser armancên van êrîşan û got, komên "terorîst û mîlîşyayên çekdar" ên li derveyî desthilata Herêmê, ne tenê sivîlan, lê binesaziya aborî ya Herêma Kurdistanê jî kirine armanc. Xoşnaw wekî mînak, amaje bi êrîşên ser kêlgeha xazê ya Kormor û parzûngehên petrolê kir.
Omêd Xoşnaw nerazîbûna xwe li hemberî bêdengiya Hikûmeta Federal a li Bexdayê anî ziman û got: "Ev êrîş bi weşandina daxuyaniyan û şermezarkirinê bidawî nabin. Pêwîst e hikûmeta Îraqê berpirsiyariya xwe bicih bîne û rê li ber van binpêkirinan bigire ku ji deverên di bin desthilata wan de tên encamdan."