Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê: Pûçkirina 19 mûşek û 26 dronên Îranî ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Berevaniyê ya Dewleta Îmaratê ragihand ku, hêzên berevaniya asmanî yên welatê wê kariye rêyê li 19 mûşekên balîstîk û 26 dronan bigirin, ku ji Îranê ve hatibûn avêtin.
Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê îro (Pêncwşem, 2ê Nîsana 2026ê) nûtirîn amara xwe li ser êrîşên bi mûşek û dronan ên Îranê yên li ser Îmaratê belav kir û ragihand, “Ji destpêka êrîşên Îranê ve, 457 mûşekên balîstîk, 19 mûşekên krûz û 2038 dron hatine pûçkirin.”
Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê li ser zirarên canî û madî ragihand ku, bi sedema êrîşên Îranê li ser welatê wan, 2 endamên hêzên çekdar ên Îmaratê di dema bicihanîna erkê xwe de hatine kuştin û herwesa welatiyekî Mexribî jî, ku wekî girêbest ligel artêşê kar dikir, hatiye kuştin.
Her di wê amarê de hatiye eşkere kirin ku, 9 welatiyên sivîl ji neteweyên Pakistan, Nîpal, Bengiladiş, Filistîn û Hindistanê jî hatine kuştin û 191 kesên din jî bi birînên cuda, ku welatiyên 29 welatên cuda ne, wekî Îmarat, Îraq, Misir, Libnan, Tirkiye, Filistîn û gelek welatên din, birîndar bûne.
Wezareta navbirî di dawiya ragihandina xwe de jî tekez kir ku, hêzên wan ji bo rêgirtina li her gefeke ku ewlehî, tenahî û serweriya welatê wan bike armanc di amadebaşiyeke zêde de ne, û bi tundî rûbirûyî her bizavekê dibin, ku bixwaze destkeftiyên wan ên neteweyî ber bi nehêlanê ve bibe.
Ev jî di demekê e ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin û kurê wî Mucteba Xamineyî li cihê wî hat destnîşankirin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.