Wezareta Derve ya Pakistanê bo K24ê: Amerîka û Îranê li ser hejmareke xalên hevpar li hev kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Wezareta Derve ya Pakistanê ji bo Kurdistan24ê ragihand, “Pêşveçûneke baş di danûstandinnan de heye û Îran û Amerîka li ser hejmareke xalên hevpar li hev kiriye, lê hîna gelek xalên nakok jî mane û divê zêdetir nîqaş li ser bên kirin.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Pakistanê Tahir Endarabî vê êvarê (Pêncşem, 2ê Nîsana 2026ê) bi rêya peywendiyeke telefonî ji bo Kurdistan24ê ragihand, “Berpirsên Îslamabadê ligel berpirsên Amerîka û Îranê ji bo rawestandina şer û sivikkirina rewşa Rojhilata Navîn di peywendiyeke berdewam de ne.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Pakistanê tekez jî kir, “Pêşveçûneke baş di nîqaşan de heye û Îran û Amerîka li ser hejmareke xalên hevpar li hev kiriye, lê hîna gelek xalên nakok jî mane ku divê zêdetir nîqaş li ser bên kirin.”

Tahir Endarabî zelal jî kir, “Pakistanê bizavên xwe zêde kirine ji bo ku mêvandariya lûtkeyeke danûstandinên rasterast an nerasterast di navbera berpirsên Tehran û Waşintonê de rêk bixe, lê hîna lihevhatin nehatiye kirin.”

Navbirî eşkere jî kir, “Ji xeynî Îslamabadê, Tirkiye û Misir û hejmereke welatên din jî peyaman di navbera berpirsên Amerîka û Îranê de li hev diguherînin.” Tekez jî kir ku, bidawîhatina şer di berjewendiya hemiyan de ye.

Ev jî di demekê e ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin û kurê wî Mucteba Xamineyî li cihê wî hat destnîşankirin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.