Trump bo Îranê: Ligel me li hev bikin berî bibe dereng
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê daxwaz ji serkirdetiya Îranê kir ku, derfeta lihevhatinê ji bo parastina tiştê ku di welatê wan de maye bi kar bînin. Tekez jî kir ku, dem ji bo Tehranê ber bi dawiyê ve diçe.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Pêncşem, 2ê Nîsana 2026ê) di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand ku, dema wê yekê hatiye ku Îran bigihîje lihevhatinekê, "berî ku bibe dereng û berî ku tu tiştek di wî welatî de nemîne, ku hîna dikare bibe neteweyeke mezin."
Donald Trump di axaftina xwe de amaje bi gurzekî tund kir û got, "Mezintirîn pira Îranê herifî û êdî nayê bikaranîn, herwesa zêdetir jî gurz di rêyê de ne."
Navbirî tekez li ser wê yekê jî kir ku, nêzîk e ku Îran hemî derfetên diyalogê winda bike. Hişyarî jî da ku, eger ew zû biryara lihevkirinê nedin, rewş dê wesa têk biçe ku nayê qerebokirin.
Serokê Amerîkayê di dawiya axaftina xwe de jî ragihand, "Em li benda pêngava Îranê ne, lê dem ne di berjewendiya wan de ye."
Ev daxuyaniyên Trump di demekê de ne ku, di çend rojên borî de gelek gotgotk di derheqa hebûna danûstandinên nihênî di navbera Waşinton û Tehranê de hebûn; Waşintonê gelek caran amaje bi wê yekê dabû ku piraniya şiyanên berê yên Îranê û serkirdeyên wan ên bilind nemane.
Ev jî di demekê e ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin û kurê wî Mucteba Xamineyî li cihê wî hat destnîşankirin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.