Tenduristiya Libnanê: Heta niha hezar û 345 kes di êrîşan de hatine kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) - Li gorî amarên Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, rêjeya qurbaniyan ji ber êrîşan di zêdebûnê de ye û heta îro zêdetir ji yek milyon kesan aware bûne.
Li gorî amarên herî dawiyê yên Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, hejmara qurbaniyên êrîşên vê dawiyê yên Îsraîlê li ser Libnanê di zêdebûnê de ye û heta îro (În, 3ê Nîsana 2026ê) hezar û 345 kes hatine kuştin û çar hezar û 40 kesên din jî birîndar bûne.
Her li gorî wan amaran, zêdetir ji yek mîlyon û 100 kesan ji deverên xwe aware bûne, ku nêzîkî 136 hezar ji wan li navendên penaberiyê hatine bicîkirin.
Ji aliyekî din ve jî Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin û kurê wî Mucteba Xamineyî li cihê wî hat destnîşankirin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.