Îran hişyariyê dide Amerîkayê: Eger hûn şerê bejayî bidin destpêkirin, em ê dawî lê bînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî dîplomatîk a pilebilind a Îranê derbarê her destêwerdaneke serbazî ya bejayî li ser axa wî welatî, hişyarî da Amerîkayê. Herwiha destnîşan kir, Tehran dê di diyarkirina çarenivîsa rûbirûbûneke wiha de xwediyê "peyva dawî" be.

Wî jêderê dîplomatîk di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: "Eger Amerîkî dest bi operasyoneke bejayî bikin, em ê bin yê ku dawî li wê bînin." 

Rageşiya di navbera Tehran û Washingtonê de gihîştiye asteke herî bilind. Serokê Amerîkayê Donald Trump berê ragihandibû, Washington dê di nava sê hefteyên bê de "lêdanên dijwar û biêş" bibe ser Îranê.

Her wiha Wezîrê Ceng ê Amerîkayê Pete Hegseth, roja Sêşemê di daxuyaniyeke xwe de diyar kiribû ku bijardeya "operasyona bejayî" hîn jî wekî egereke vekirî li ser maseya Pentagonê ye û wan ev bijarde ji rojevê dernexistiye.

Xurtkirina berevaniya li Girava Xargê

Li gorî rapora rojnameya "Wall Street Journal", Îran li Girava Xargê ku navenda sereke ya hinardekirina petrolê ye, berevaniya xwe bi tundî xurt dike. Berpirsên Îranî diyar dikin ku wan li wê deverê sîstemên mûşekî bi cih kirine, peravên xwe mîn kirine û saziyên hestiyar bombe kirine. Her wiha ji bo rûbirûbûna her êrîşeke bejayî, li giravên stratejîk gelek tunelên berevaniyê hatine kolandin.

Helmata 'Qurbanîdan' û seferberiya giştî

Li ser asta navxweyî, desthilatdarên Îranê di bin dirûşma "Qurbanîdan" de kampanyayeke berfireh a seferberiyê dane destpêkirin. Armanca vê kampanyayê, komkirina bi milyonan xwebexşan e ji bo piştgiriya lojîstîk û erkên meydanî. Li gorî texmînan, Îran xwedî nêzîkî milyonek leşker e (ligel hêzên çalak û yedek), ku tenê 190 hezar ji wan endamên Supayê Pasdaran (IRGC) ne.

Sê faktorên sereke yên berevaniya Îranê

Şîrovekarên serbazî dibêjin; her çend beşek ji hêzên Îranê ji aliyê perwerde û kelûpelan ve lawaz bin jî, lê Îran xwe dispêre sê faktorên sereke:

1- Hebûna çiyayên asê û asêgehên siruştî.

2- Bikaranîna dron û belemên bilez ji bo lêdana keştiyên dijmin.

3- Bikaranîna mûşekên kurtemevda û mînkirina deryayê ji bo rawestandina liv û tevgera hêzên deryayî li Tengava Hurmizê.

Ji 28ê Sibata borî ve, Amerîka û Îsraîlê li dijî Tehranê dest bi êrîşên serbazî yên hevbeş kirine. Îran jî bi rêya lêdana Îsraîlê û bingehên serbazî yên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn bersiva van êrîşan dide. Ev alozî bûye sedema nearamiyeke bêwêne li navçeyê û her ku diçe bavçe ber bi qonaxeke nediyar ve diçe.